Guherîna avhewayê, guherîna seqayê, germbûna gerdûnî yan jî germbûna cîhanî, germbûna hewayê ye ku ji ber gazên serayê û zêdebûna gazên karbondîoksîd li seranserê cîhanê çêdibe. Her çend di serdemên berê de guherîna avhewayê hebin jî lê ji nîvê sedsala 20an û vir ve jiber pîşesaziyên ku zirarê dide sîstema evhewayê bandoreke neyînî ya bêmînak li ser sîstema avhewayê pêk aniye ku li hinek deverên cîhanê wekî zêdebûna baranê û zêdebûna germahiyê li seranserê cihanê zêde bûye. Guhertinên bi vî awayî di asta global de pêk hatiye. Sedema herî mezin a germbûnê, belavkirina gazên serayê ye ku bi giranî karbondîoksîd (CO 2) û gazê metan e. Bi tevkariyên zêde yên çandinî, bêdaristanî û reaksiyonên kîmyewî yên di hinek pêvajoyên hilberînan de, bikaranîna şewata sotemeniya fosîl (komir, petrol û gaza xwezayî) ku ji bo xerckirina enerjiyê tê bikaranîn, çavkaniya sereke ya van emîsyonan e. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.